Li noqteya alîkarîyê dîsa qetlîam: Herî kêm 50 şehîd, bi sedan birîndar

Rejima sîyonîst, carek dinê li başûrê Xezzeyê êrîşî Filistînîyên ku li hêvîya alîkarîyê bûn kir. Di êrîşên ku li dijî Xan Yûnis û Refahê hatin lidarxistin de herî kêm 50 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Vê sibehê rejima îşxalker êrîşî Filistînîyên ku li hêvîya alîkaîryêbûn kir û qetlîamekî nû pêk anît.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatine bidestxistin, artêşa îşxalê li “çarrêya tehlîyeyê” ya li Xan Yûnisê sîvîlên ku li noqteya alîkarîyêbûn hedef girt, di encamê de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn. Di heman seatan de li herêma “qulûbeyên biçûk” ên li rojavaya Refahê gule li ser sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyêbûn hate reşandin, şehîd û birîndar hene.
Rejima îşxalker ku ji 2yê Adara 2025an vir ve hemû rêyên bejahîyê û derîyên sînoran girtîye. Asteng dike ku ji Xezzeyê re xwarin, sotemenî û dermanên tibbî bêne şandin. Bi vê şeklê dixwaze ku gelê Filistînê terbîye bike. Li cîhên ku ji bo alîkarîyê hatine diyarkirin ku ev bû çend hefteye bûye cîhê kemîna mirinê.
Li gorî çavkanîyên Neteweyên Yekbûyî, van noqteyên belavkirina alîkarîyê ji teref sîyonîstan ve bi qestî têne hedefgirtin û sîvîl ji koçê re têne mecbûrhiştin. Ji 27ê Gulanê vir ve di êrîşên ku li noqteyên alîkarîyê hatine lidarxistin de herî kêm 350 kes şehîd bûne, bi dehan jî birîndar bûne.
Bi taybetî li herêmên ku bi navbeynkarîya “Weqfa Alîkarîya Însanî ya Xezzeyê” ku aîdê rejima sîyonîst û Emrîkayê ye, ji teref sazîyên navneteweyî ve herêmên ku têne pirsyarkirin hatine îlankirin. Van herêmên alîkarîya bûne herêmên mehkûmkirina birçîbûnîyê ya însanan û kemînên mirinê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî êrîşên tolhildanê yên Îranê li ser rejîma sîyonîst, Îngilistanê malbatên karmendên xwe ji Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv û Konsulxaneya xwe ya Qudsê bi awayekî demkî vekişand. Hikûmeta Îngilistanê hişyariya xwe ya seyahetê ji bo axên Filistînî yên îşxalkirî jî nû kir.
Di çarçoveya pêla operasyona nû ya Îranê de, baregehên îstîxbarat a li Gliotê rasterast hat hedefgirtin. Bi tevê vê derbeya ku li dilê sîyonîstan ket, “Qubbeya Hesinî” carek dinê jî bû wek kefgîrê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, got ku veguhertina rejima bi zorê ya li Îranê xeletîyekî stratejîk e.
Îranê piştî ku rejima îşxalker televîzyona dewletê ya li Tehranê xist çend fûzeyên balîstîkî ji Tel Avîvê re şand. Rejima îşxalker jî êrîşên xwe yên li dijî Tehranê û Tebrîzê didomîne.